Li Silêmanîyê can jidestdan bi Koronayl kêm dibe
Serokê komîteya bi ax sipatina (veşartin) termên qurbanîyên Koronayê li Silêmanîyê radigehîne, hejmara kesên bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest didin li bajarê Silêmanîyê kêm bûye.
K24- Silêmanîyê
Serokê komîteya bi ax sipatina (veşartin) termên qurbanîyên Koronayê li Silêmanîyê radigehîne, hejmara kesên bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest didin li bajarê Silêmanîyê kêm bûye.
Şêx Ebdullah Sengawî, serokê komîteya veşartina termên qurbanîyên Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê ragehand, bi sedema pabendbûnê bi rênimayên xweparêzîyê, amarên can jidestandê bi Vayrosa Koronayê kêmtir bûne. Evro li bajarê Silêmanîyê dû kesann bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane, yek ji wan xelkê nav bajarê Silêmanîyê ye, yê dî jî xelkê Ranye ye.