Civata Wezîran gotûbêjê derbarê sîstema bayomêtrî arîşeyên kerta çandinê dike
Evro Çarşembîyê, 8ê/7/2020, Civata Wezîran bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokwezîrên Herêma Kurdistanê û bi pişikdarîya Qubad Talebanî, cêgirê serokê wezîran, bi rêya Vîdyo konfiransê civîya.
K24- Hwlêr
Evro Çarşembîyê, 8ê/7/2020, Civata Wezîran bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokwezîrên Herêma Kurdistanê û bi pişikdarîya Qubad Talebanî, cêgirê serokê wezîran, bi rêya Vîdyo konfiransê civîya.
Di destpêka civînê de, cêgirê serok wezîran raportek pêşkeş kir derbarê pirogramê bayomêtrî ku têde bi zanyarî hûrgelî ve behsa qonaxên wê sîstemê, armanc û encamên sîstema bayomêtrî kir, ku pirojeyeka giştgîre û berfirehtire ji wê yekê ku tenê databêsek be bo tomarkirina bayomêtrîyê mûçexoran.
Civata Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinê, destpêkirina qonaxa dûyem a sîstema bayomêtrî pesind kir, bi arasteya bercestekirina hikumeta elilktronî bi mifa wergiritnê ji teknelocîya ya zanîyarî di rêveberina dezgehên hikumetê de û berfirehkirina wê pirogramê daku bwarên din jî vegire û bibe alîkarekê sereke bo cîbicîkirina kiroka çaksazîyê û bi eliktronîkirina dezgehên hikumetê û danan şêwazeka nû ya çalak bo hikumetê û hukmranîya durist.
Dûv re, Bêger Talebanî, wezîra çandinê û çavkanîyên avê, çend mijarên peywendîdar bi kerta çandinê pêşkeş kir, ji wan jî rêkxistina girêbestên çandinê ku bi awyekê bihên rêkkirn di xizmeta geşepêdana çandinê û rêgirtinê be ji terxankirin û bikarhînana zevîyên çandinê bo mebestên neçandinî. Di tewereka dî de, pilana wezareta xwe pêşkeş kir bo pêşxistan nemagehên ser bi wezareta çandinê bi rêya pirojeyên hevpişkên çandinê li gel kerta taybet, wek çavkanîyeka nû ya dahatê û pêşxistina wan nemamgehan. Civata Wezîran piştî gptûbêj û nerîn veguhartinan biryar hate dan bi pesindkirina rasparteyên wezareta çandinû çavkanîyê avê di wan bwar de.
Di tewereka dî de, Civata Wezîran, wezaretên (çandinê û çavkanîyên avê, şarewanî û geştûguzar û dad) raspartin bo lezkirinê di rayîkirin qerebûya wan cotyarên ku xwedî girêbestên çandinî ne û mafên yasayî yên qerebûkirina wan ji alîyê wezareta çandinê ve hatîye piştrastkirin li gor yasayên karpêkir.