Wezareta Tenduristîyê pêşwazî li berhemhînana dermanê çareserî ya Koronayê dike li Herêma Kurdistanê

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li berhemhînana dermanê (Favipiravir) dike ku taybete bo çareserkirina tûşbûyên Vayrosa Koronayê.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li berhemhînana dermanê (Favipiravir) dike ku taybete bo çareserkirina tûşbûyên Vayrosa Koronayê.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Pêşwazîyê li berhemhînana dermanê (Favipiravir) li Herêma Kurdistanê dikin.

Li dirêjahîya hewl û çalakîyn cîhanî bo vedîtin û duristkirina dermanê nexweşîya  Koronaya nû COVID-19, bi xweşhalî ve li Herêma Kurdistanê her ew dermanê dije vayros (Favipiravir) ku bi navê Fabîvîr li hinek welatên wek Rûsya  û Japoê.. hd,  niha dihêt bikarhînan û di rênimayên çareserî ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi yek ji dermanên bwarê çareserîya wê nexweşîyê dihête danan, niha ji alîyê kopanyayeka navxweyî (Awamdica) li Herêma Kurdistanê hatîye berhemhînan bi hevkarî û hevahengîyê li gel navendên pisporîyên cîhanî hate berhemhînan û dest bi dabeşkirina wê hate kirin bi kêmkirina asta tundîya wê nexeşîyê û nîşanên wê û kêmkirina rêjeya mirinê.

Bo evê mebestê Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazîyê li wê berhema navxweyî dike, tevî destxweşîyê û stayîşa kompanya ya navhatî. Piştîvanî û piştgîrîya nîşan didin ku li ser asta Îraqê û rojehelata navîn ev derman li Herêma Kurdistanê kete bwarê berhemhînanê û li jêr ronahîya bername ya kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê berhema navxweyî û kerta taybet dihête handan ji bo baştirkirina xizmetguzarîya tenduristîya hevwelatîyan bi taybet bo derbazbûnê ji kirîza nexweşîya Koronayê.

Di vê delîveyê de, tekez dikin ku pêwîste hevwelatî gelek agahdarê xwe bin û pabend bin rênimayên tenduristîyê. Çunku xweparêzî giringitrîn rêkarin ku pêwîste hemû hevwelatî pabend bin.

Di dawîyê de hêvîya serkevtina zêdetir û berhemê başti dikin.

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

8ê Tîrmeha 2020