2 tûşbûyên din yên Koronayê li Raperîn canên xwe ji dest dan

Di ragehandinekê de, rêvebrîya giştî ya Tenduristîya Raperîn ragehand, ew dû tûşbûyên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane, yek ji wan jineka 66 salîye û yê dî zelamekê temen 49 salîye.

K24- Raperîn

Di ragehandinekê de, rêvebrîya giştî ya Tenduristîya Raperîn ragehand, ew dû tûşbûyên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane, yek ji wan jineka 66 salîye û yê dî zelamekê temen 49 salîye.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku jink rûniştvana Ranye ye û zalam jî rûniştvanê Qeladizê ye û herdûyan jî nexweşîyên demdirêj hebûne.

Heya niha hejmara wan kesên li sinûrê Raperîn bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane gehiştîye 12 kesan.