li Efrînê çekdaran 4 kes revandin
Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bi armanca standina pereyan ji wan, 4 welatiyên Kurd ên Efrînê revandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bi armanca standina pereyan ji wan, 4 welatiyên Kurd ên Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, duhî 8ê Tîrmehê grûpa çekdar a bi navê Polîsa Serbazî 3 kes bi tometa pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûne ji gundê Çolaqa revandin û birin navenda Nahiya Mabeta û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirin.
Ragihand jî, li gundê Hesendêra yê navçeya Şera çekdarên grûpa Ehfad bi awayekî hovane li xortê bi navê Selîm Sîdo Hemze dan û piştre jî xistin girtîgehê.
Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bi hezaran welatiyên sivîl ên Efrînê bi tometên cuda revandine û çarenivîsa hejmarek mezin ji wan jî heta niha ne diyar e.
S. B