ENKS daxwaza avakirina desteyeke nû bi PYNKê re dike
Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, divê deseyeke rêvebir ku desthilatdariya wê li ser her tiştî hebe bê avakirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, divê deseyeke rêvebir ku desthilatdariya wê li ser her tiştî hebe bê avakirin.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) duhî li Qamişlo civiya û tê de çend mijarên girêdayî bi ENKSê û pirsa yekrêziya navmala Kurdî hatin guftûgokirin.
Di wê derbarê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re ragihand, di qonaxa yekem a danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd re, wan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev kir û niha amadekariyan ji bo destpêkirina qonaxa duyem a danûstandinan dikin.
Feysel Yûsif aşkere kir: “Di qonaxa duyem de rêkeftina Duhokê ya sala 2014an dikin bingeha guftûgoyan, ku 3 xalên sereke weklêvegera siyasî, rêvebirin û serbazî tê de ne. Niha em dibînin ku divê deseyeke rêvebir ku desthilatdariya wê li ser her tiştî hebe bê avakirin.”
Herwiha diyar kir, divê lêvegerek ji her tiştî re bê kirin, wek girêbesta civakî (destûr) û hemû yasayan. Herwiha divê pirsa ewlehî û parastinê jî ne tenê di destê aliyekî de be.
Diyar kir jî, belgeyên ku niha ji bo danûstandinên qonaxa duyemîn amade dikin, ji bo li ser rêk bikevin, dê Kurdî Sûrî û li gor nerîna siyasî ya wan li ser lihev kiriye be, bi awayekî ku mafên Kurdî di Sûriya pêşerojê de parastî bin.
Da zanîn, piştî amadekirina belgeyên pêwîst, dê qonaxa duyem a danûstandinan destpê bike. Herwiha di wê çarçovê de jî wan aliyê Amerîkî yê serperiştiya van danûstandina dike û Fermnadarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dîtin, ji bo amadekariyên destpêkirina qonaxa duyem bêne kirin.
S. B