48 girtî li Germiyan bi Koronayê ketine

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro 48 girtî li zîndana Germiyanê wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin destnîşankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro 48 girtî li zîndana Germiyanê wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin destnîşankirin.

Peyamnêrê K24ê ji jêderekî agahdar diyar kir, ji koma 80 girtiyan li zîndana Germiyanê, 48 girtî bi vîrusa Koronayê ketine.

Ji aliyekê xwe ve, Rêvebirê Tendirustiya Germiyanê Dr. Sîrwan Mihemed ew nûçe ji K24ê re piştrast kir û got, li gor testên li zîndanê hatine çêkirin, 48 girtî hilgirên vîrusa Koronayê ne.

Diyar kir jî, piştî wê encamê, tîmên taybet bilez gihişîtin zîndanê û dermanê dijevîrusê reşandin. Herwiha girtî ji hev hatin cudakirin.

Pêr jî Peyvdarê Wezareta Karûbarên Civakî Aryan Ehmed ji K24ê re ragihandibû, li Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê 27 girtî bi Koronayê ketine.

 

S. B