Bi sedan derwîş bê kontrol derbasî Herêma Kurdistanê bûn
Bi sedan derwîş ji bo beşdariyê di serxweşiya rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Kesnezanî de bikin, xwe li deriyê Başmax dan û derbasî Herêma Kurdistanê. Di encama gulebarana hêzên ewlehiya Îranê de jî, 4 kes ji wan hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedan derwîş ji bo beşdariyê di serxweşiya rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Kesnezanî de bikin, xwe li deriyê Başmax dan û derbasî Herêma Kurdistanê. Di encama gulebarana hêzên ewlehiya Îranê de jî, 4 kes ji wan hatin kuştin.
Berpirsê Deriyê Başmaxê yê Navdewletî Lîwa Merîwan Şêx Kemal ji K24ê re ragihand, bi sedan derwîş xwastin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, lê hêzên ewlehiyê yên Îranê li aliyê din ê sînor rêgirî li wan kirin. Lê ew rijd bûn dê her sînor derbas bikin, ji ber wê jî alozî di navbera derwîşan û hêzên ewlehiya Îranê de derket û gule hatin berdan.
Li gor zanyariyên Lîwa Merîwan Şêx Kemal, di encama alozî û teqekirinê de, 4 derwîş hatin kuştin.
Lîwa Merîwan Şêx Kemal tekezî li wê kir: “Derwîşan êrîşî ser hêzên ewlehiyê yên Îranê kirin û hêzên Îranî reviyan, ji ber wê jî derwîş derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bûn û me nekarî rêgirî li wê hejmara mezin bikira”.
Li tora civakî hejmarek girtevîdyo belav bûn, ku derwîş di deriyê Başmaxê re bi girî derbas dikin û zarok jî bi wan re hene.
Bi gotina Berpirsê Deriyê Başmaxê, nêzîkî 2 hezar û 500 derwîş ji bo beşdariyê di serxweşiya rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mehemed Kesnezanî de bikin, derbasî Herêma Kurdistanê bûn.
Kesayeta olî û rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Kesnezanî piştî mana salek û mehekê li Amerîka, roja 4ê vê mehê ji ber nexweşiyê koça dawiyê kiribû.
Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî, sala 1938 li gundê Kirbecine yê nahiya Sengaw ya Silêmaniyê jidayîk bûbû, piştî koçakirina bavê wî şêx Ebdukerîm, ew bû serokê terîqeta Qadirî.
Derbasbûna wan derwîşan bo Herêma Kurdistanê di demekê de, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li deriyên sînorî haye.
S. B