Tirkiye:Ji bo kontrolkirina rojhilatê Firatê karên me berdewam in

Serokomariya Tirkiyê dibêje, ji bo kontrolkirina Rojhilatê Firatê karên wan ên serbazî bênavber berdewam dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê dibêje, ji bo kontrolkirina Rojhilatê Firatê karên wan ên serbazî bênavber berdewam dikin.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, di hevpeyvînek taybet de da xuyakirin, êriş û çalakiyên YPGê li Efrîn, Til Rifet û Rojhilatê Firatê berdewam dikin û li hember wan jî, serbazên wan di nav liv û tevgerê de ne. 

Da zanîn, bi armanca kontrolkirina Rojhilatê Firatê, serbazên wan li wê derê karên girîng dikin û ew kar bênavber bi heman şêwazê dê berdewam bikin.

Kalin got, çareseriya bingehîn a pirsa Sûriyê, di çarçoveya biryara Netewên Yekgirtî de, bi damezrandina hikûmeta demkî û encamdan a hilbijartinan dibe. 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment