Grûbên çekdar, dest bi dizîna kevirên goristanên Girêspî kirin

Grûbên çekdar li Girêspî dest bi rakirina kevirên goristanên Girêspî kirin e, ji bo avakirina bingehên serbazî ji çekdarên xwe re

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûbên çekdar li Girêspî  dest bi rakirina kevirên goristanên Girêspî kirin e, ji bo avakirina bingehên serbazî ji çekdarên xwe re.

 Medya ser bi HSD ve belavkiriye, gropên çekdar ser bi Tirkiyê ve  li gundê Kfîfa li rojavayê Girêspî,  ku di bin destê wê de ye, dest bi rekirina keleh û kevirên guristanên wî gundî kirin e û ji avakirina xal û bingehên xwe yên serbazî re bikar tîn in..

Ligor hatiye belavkirin, heya niha gropên çekdar 33 xal û 5 bingehên serbazî li gundewarê Ên Îsa û Girêspî avakirin e, û ji wan bingehan, êrîşî avahiyên sivîlan dikin û malên wan dikin armanc...

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment