Teqînek li Tehranê rûda
Careka dî dengê teqînîneka bihêz li rojava ya Tehrana Paytexta Îranê hat bihîstin.
K24- Hewlêr
Careka dî dengê teqînîneka bihêz li rojava ya Tehrana Paytexta Îranê hat bihîstin.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRIB, li wê devra dengê teqînê têde hatîye bihistin kehreb hatîye qutkirin, lê ti zanyarîyek dî aşkera nekirîye.
Di dema çend hefteyên burî, çend teqîn li derdorê bingehên serbazî, etomî û pîşesazîyên Tehranê rûdane. Di dawîn teqîn de, ku roja Sêşembîya burî rûda dû kesan canên xwe ji dest dan.
Pêncşembîya burî jî teqînek mezin li jêrzemîna yeke ya Netenz ku navendeka meyandina yoranyomê ye rûda.
Herweha li 26 meha bûrî û hefteya burî, dû teqînên din rûdan ku bûne sedema 19 kesan.
Çavkanî royterz