Salvegera kabîne ya nehem.. çaksazî û hukmranîya baş

Kabîne ya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê, nwênerînîya serdemeka nûya Herêma Kurdistanê dike û dxwaze peywendîyeke nû li gel Bexdayê li ser binemaya rêzgirtina hevpişk û hevahengîya armancdar ava bike, herweha bi hevpişkî rûbirûyê gefên hevpişk û çareserkirina wan guhertinên ewlehîyê bibin ku li deverên Kurdistanî rûdidin.

K24- Hewlêr

Kabîne ya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê, nwênerînîya serdemeka nûya Herêma Kurdistanê dike û dxwaze peywendîyeke nû li gel Bexdayê li ser binemaya rêzgirtina hevpişk û hevahengîya armancdar ava bike, herweha bi hevpişkî rûbirûyê gefên hevpişk û çareserkirina wan guhertinên ewlehîyê bibin ku li deverên Kurdistanî rûdidin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê kar dike bo çareserkirina deverên arîşe li ser li jêr ronahîya nexşe rêyekê li gor madeya 140ê.

Di dema destbikarbûna kabîne ya nehem de, Mesrûr Barzanî serok û şanda hikumeta Herêma Kurdistanê çar caran serdana Bexdayê kirine.

Komeka berjewendîyên hevpişik di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Wek bazirganî, asayîşa sinûran û geşekirna abûrî, ti ji van berjwendîyan jî bi dest ve nahên; tenê bi rêya hevpişkîyeka rasteqîne nebe.

Hikumeta Herêma Kurdistanê tekez dike, destûr binemyeka cewherîye di danûstandinan de li gel Bexda. Ev jî tîmeka bilinda Hikumeta Herêma Kurdistanê danûstandinan birêve dibe.

Hikumeta Herêma Kurdistanê, hewil dide bo dabeşkirin û bi destvehînana pişkeka dadperweraneya samanê welatî ji budceya salane. Ev jî bi rêya rêkkevtineka dadperwer û berdewam bo Kurdistanê.

Hikumet hewla temam dide bo cîbicîkirina maddeya 111 û 112 ya destûra Îraqa fedral, ku mmafên Kurdistanê diparêze. Ev jî girêdayî ye bi dabeşkirineka dadperwerane ya petrol û gazê û geşepêdana wê kertê. Bi vê yekê jî asta şandina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê zêdetir dibe.

Kabîne ya nehem kar dike li ser bihêzkirina şîyanên serbazîyên xwe bo berengarbûna gefên çareserkirina wan guhertinên ewlekarîyê ku li deverên nawçeyên Kurdistanî rûdidin, li gel desteberkirina mafên Pêşmerge û cêgîrkirina wan hêzan di çarçoveya sîstema berevanîya Îraqê de.

Çareserkirina deverên arîşe li ser, divê li jêr ronahî ya nexşe rêyekê be li gor madeya 140 a destûrê. Heya ew nexşe rê jî nehête bicihkirin; karê berhaîyê yê hikumetê hevahengî û hevpişkîya ewlehî û rêveberîyê dibe li gel Bexda li deverên nakokî li ser in.

Bihêzkirna hevahengî ya sîyasî li gel hikumeta Bexda xaleka dî ye, ku Herêma Kurdistanê dixwaze li gel Bexdayê hebe, herweha tekezkirin li ser binemaya hepişkîya rasteqîne, tewafuq û hevsengîya ku di destûrê de hatîye.

Bi raçavkirina madeya 132 ya destûrê, hikumeta Herêma Kurdistanê piştîvanîyê li mafên destûrî dike bo qerebûkirina şehîdan, qurbanîyên enfalê û ewên rijêmêm berê bandor li ser wan hêlane.