Di salekê de, hikumetê pişkeka mezin ji karnameya xwe bicih kirîye
Salek derbaz dibe bi ser destbikarbûna kabîneya nehem, tevî astengan, lê hikumet şîyaye pişkeka mezin ji karnameya xwe bicih bike.
K24- Hewlêr
Salek derbaz dibe bi ser destbikarbûna kabîneya nehem, tevî astengan, lê hikumet şîyaye pişkeka mezin ji karnameya xwe bicih bike.
Mesrûe Barzanî, serok wezîrên kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê li gel destbikarbûna xwe, xîçên giştî yên bernameya karê kabîneya xwe ragehand û tekez kir li ser dawîhînanê bi gendelîyê, encamdana çaksazîyê, serwerîya yasayê û nehêlana nadadperweîya civakî.
Di asta çaksazîyê de
Hikumetê çaksazî di kerta wezîfeya giştî, rêkxistina dewamê û kar li ser behêlana rotînê dike. Herweha nabe berpirsên hikumetê cih û postên xwe bo bazirganî û dewlemendbûnê bikar bihîne.
Hikumet rûbirûyê gendelîya darayî û kargêrîyê dibe û zelalî di bwarê dahatên petrolêa Herêmê û dahatên navxweyî, çaksazî di kerta Tenduristî û derman û xorakê de dihête kirin.
Pêdaçûnê bi mîkanîzma yekxistina hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên asayîşa navxwe dike. Herweha biserwerkirina yasa û rêzgirtinê li serxwebûna desthelata dadwerîyê.
Xizmetguzarî
Hikumet kar bo baştirkirina kerta tenduristîya giştî dike û hewil dide sîstema dilnyayî ya tenduristîyê cêgîr bike li gor pîver a guncayî bo rewşa Herêma Kurdistanê.
Herweha kar dike bo pêşkeşkirina reşnivîsa yasa ya mafên nexweş û rêkxistina maf û erkên pizîşkan.
Bilindkirina asta xizmetguzarîyên perewede û fêrkirinê. Hevdem careka din pêdaçûnê bi pirogramê perwerde yê de dike. Kar dike bo baştirkirina rêyên Herêma Kurdistanê û sîstema hatinûçûnê û weberhînanê di bwarên cuda de, wek pîşesazîya kiştûkal û geştûguzarê daku delîveyên kar bo gencên Herêma Kurdistanê zêdetir bike.
Dabînkirin û rêkxistina tevaya mafên yasayî yên karmend û karkerên kerta Tayebet û desteberkirina jîyneka hejî û giringîdana taybet bi karûbarên xwedê pêdawîstîyên taybet pişkeke ji bernameya karên hikumetê.
Giringîya Taybet bi handana xelkên gundan bo vemanê li gundan û gehandina xizmetguzarîyên hejî bo wan.