Di salekê de hikumetê 166 milyar Dînar bo nûkirina rêyan xerc kirîye
Kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdstanê di destpêka destbikarbûnê ve, giringî bi pirojeyên xizmetguzarîyê dide. Di dema saleka karkirinê de, kabîne ya nehema 166 milyar Dînar xerc kirîye bo nûkirin û duristkirina rêyan li tevaya parêzgehên Herêma Kurdistanê. Bo hevahengîyê di navbera kerta taybet û giştî de jî hejmareka biryarên nû ji alîyê Civata Wezîran hatine derxistin.
K24- Hewlêr

Di dema saleka karkirina kabîne ya nehema de 35 pirojeyên rêyan li herêma Kurdistanê hatine encamdan.
13 piroje li parêzgeha Hewlêrê
8 piroje li parêzgeha Silêmanîyê
10 piroje li parêzgeha Helebce
4 piroje li parêzgeha Duhokê
Xeercîyên nûkirina van pirojeyan 29 milyar Dînar bûye.
Pirnaîya wan pirojeyan ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê ve, karên wan temam bûne û hinek ji wam pirojeyan jî karkirin têde berdewame.
Ew pirojeyên rêyan ewên di dema kabîneye nehem de hatine duristkirin, 11 piroje ne:
Duristkirina sayda dûyem ya rê ya Derbendî Ranye- Jarawe li Raperîn
Duristkirina sayda dûyem ya rê ya Kelar- Kifrî li Germîyan.
Duristkirina rê ya Kelar- Derbendîxan li Germyan.
Duristkirina rêya dûyem a rêya Helebce- Seyîd Sadiq.
Duristkirina rêya bilez di navber a Başmax- Pênciwîn li gel dû hevbiran li Silêmanîyê.
Dûristkirina rêya cot sayda Dûkan-Çwarqurne û nûjenkirina rêya kevin a Silêmanîyê.
Dûristkirina Rêya Rovya- Gopal li Duhokê.
Duristkirina enderpas li nêzîk devera Sefîn li cadeya Barzan li Duhokê.
Dyristkirina rêya Hewlêr- Gopal.
Duristkirina cadeyekê bo nexweşxaneya Pêşemerge li Hewlêr.
Duristkirina rê û tunêla Selahedîn li Hewlêr.
Xercîyên evan pirojeyan 131 milyar Dînar bûye.
Tevî evan pirojeyên ku hatine nûkirin yan duristkirin, di dema salekê de 30 pirojeyên rêyên biçûk bi gujmeya 6 mlyar Dînaran hatin e nûkirin yan duristkirin. Bi vî awayî kabîne ya nehem di dema salekê de 166 mlyar Dînar bo rêyan xerc kirîye.