Salvegera destbikarbûna kabîneya nehem.. serkevtin bi ser berbestan de
Di perlemana Kurdistanê de, di dema bawerîdanê bi kabîneya wî, Mesûr Barzanî soz da pirojeyasa çaksazîyê bişîne Perlemanê û piştî temambûna wî rêkarên yasayî bixe di warê cîbicîkirinê de. Tevî kirîzên sîyasî, tneuristî, abûrî û givaşên sîyasî, lê di dawîyê yasaya çaksazîyê xiste di warê cîbicîkirinê de.
K24- Hewlêr

Serokê hikumetê li gel tîma xwe xwe di kabîneya nehem de, li dawîyê bi ser astengên sîyasîyên li pêşîya cîbicîkirina yasaya çaksazîyê serkevtin. Niha jî wezaretên hikumetê mijûlî temamkirina wan rêkaran ku divê li gor madeyên wê yasayê cîbicî bikin.
Perlemantar evê yekê bi destkevteka mezin kabîneya nehem dizanin. Ku di dema yek sala temenê xwe de, ev pêngava mezin di warê çaksazîyê de havêjtîye.
Rûbirûbûna gendelîyê û çaksazîya giştgîr, karnameya serekîya kabîneya nehem e. di warê mûçe, rêkxistina dermaleyê û xanenişînê de yasa di qonaxa cîbicîkirinê de ye. di ayînde de jî, çaksazîyê di dahat, xalên sinûrî û sêkterên din de jî destpêdike.
Piranîya firakisyonên perlemana Kurdistanê piştîvanîya çaksazîya kabîne ya nehem dikin û dibêjin, tevî astengan kabîneya nehem şîya pêngaveka mezin a çaksazîyê di nav wan hemû kirîzan de destpêbike.
EvroHeyînîyê,10/7/2020 kabîne ya nehem bi serokatîya Mesrûr Barzanî alek ji temena xwe derbaz kir, di sala yekem de ev kabîne şîya tevî astengên sîyasî, tenduristî û abûrî, yasaya çaksazîyê bibe di qonaxeka cîbicîkirinê de, ku berhema evê yasayê dibe sedema bidestvehînana dadperweîyê bo xwedî mûçeyan ji fermaneber û xanenişînan, herweha rêkxistin û rêkvekirina hêzên Pêşmerge. Di ayînde de jî pêngavan bo çaksazîyê di sêkterên din de jî dihavêje.