Kabîneya nehem rûpeleka nû li gel Bexayê vekir, lê sazişê li ser mafên Herêmê û xelkê wê nake

Stratîcîyeta kabîneya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê arîşeyan li ser binema ya destûrê li gel hikumeta Îraqê çareser dike. Piştî destbikarbûna kabîneya nehem, Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û teva ya nîzpakijya Herêma Kurdistanê tekez kir bo çareserkirina hemû arîşeyan. Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê niha berdewam in, çunku hikumeta Herêmê dixwaze bi rêkevtineka konkirîtî tevya arîşeyan li gel Bexda çareser bike.

K24- Hewlêr

Şeş rojan piştî destbikarbûna kabîne ya nehema, Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, li 16yê Tîmeha sala bûrî 20196yê li şandeka balaya hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexday kir, daku rûpeleka nû li gel Bexdayê veke û destûr binemaya çaresekirina arîşeyan be di navbera herdû alîyan de. Her di wê serdanê de, serokê hikumetê teva ya nîyazpakirjîya Herêma Kurdistanê tekez kir bo çeresekirina hemû arîşeyan.

Piştî serdana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, êdî komîteyên teknîkî bo ji hev têgehiştineka hevpişk û gehiştin bi rêkevtineka dawîyê, danûstandinên wan li Hewlêrê û Bexdayê destpêkir. Niha danûstandin berdewam in.

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi pêwîst dizane li gor made û movikên destûrê arîşe bihên çaresekirin û maf û qewareya Herêma Kurdistanê û xelkê wê paraztî be. Ji bilî evê yekê amade nîye sazişê li amfên destûrîyên Herêma Kurdistanê û xelkê wê bike.