Tariq Herib: Mesrûr Barzanî serkirdeyek nimûneyî ye
Tariq Herib, pisporê destûrî û yasayê yê Îraqî radigehîne, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, wek serkirdeyek nimûneyî di dema kabîneya nehehama hikumetê de kar kirîye û berengarî gendelan bûye.
K24- Bexda
Tariq Herib, pisporê destûrî û yasayê yê Îraqî radigehîne, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, wek serkirdeyek nimûneyî di dema kabîneya nehehama hikumetê de kar kirîye û berengarî gendelan bûye.
Tariq Heirb, pisporê destûrî û yasayî yê Îraqî, derbarê derbazbûna salekê bi ser kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê bi Kurdistan24 re ragehand, şîyan û zanista Mesrûr Barzanî di rêvebirinê de rengvedan li ser karên hikumetê hebûye. Di dema salekê de, tevî kirîzan û astengan, lê şîya gelek bi başî serkirdatîya hikumetê bike. Dikarim bêjim, serkirdeyek nimûneyî ye û berengaî gendelan dibe. Ew serkirdeyê hukimranîyê ye û ew tîma li gel wî jî kar dikin di hikumetê de serkevtî ne. bi eqleka berfireh kar dikin û guh nadin wan axivtinên ku li dijî wan dihêne kirin. Gelek caran piropaginde dihêne kirin bo têkdana rewşê, lê ew guh nadin wan tiştan.
Derbarê rêkkevtina hikumeta Herêm û Îraqê li ser arîşeyên helwîstî, Tariq Herib, amaje bi wê yekê da, desthelata Îraqê di par sal de, desthelateka neakincî û necêgîr bû di biryardanan de. Serok wezîrê dest ji kar vekişandî li gel destbikarbûna kabîne ya nû hinek guhertin di hikumeta Îraqê de rûdan. Rêgirî kirin ku li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bigehin rêkkevtinê; çunku hikumeta Îraqê bandorên navxweyî û derveyî li ser in. bi bawerîya min kabîne ya Kazimî zêdetie nerînên cuda qebûl dike û kar bi destûrê dike. Heya ku peywendîyên baş li gel hiukmeta Herêma Kurdistanê hebe, divê rêkkevtin li ser binemayên destûrê bihêt encamdan û maf paraztî bin.
Ragehand jî: Çaresrî ya di navbera Herêma Bexda û Bexdayê de gelek sanehîye, lê kabîne ya Kazimî demkî ye. Tevî wê yekê jî, hewil dide peywendîyên wî li gel Herêma Kurdistnaê baş be. Bo rêkkevtina dawîyê jî divê li ser binema ya destûrê arîşeyên Herêma Kurdistanê bihên çareserkirin û herdû alî bi wê rêkkevtinê pabend bin.