Konsûlê Firansa: Di hemû rewşekê de wek dost li gel Kurdistanê dimîn e
Konsulê Firansayê li Hewlêrê di salvegera destbikarbûna kabîneya nehem, dibêje: Di hemû rewşekê de firansa wek dost li herêma Kurdistanê dimîne.
K24- Hewlêr
Konsulê Firansayê li Hewlêrê di salvegera destbikarbûna kabîneya nehem, dibêje: Di hemû rewşekê de firansa wek dost li herêma Kurdistanê dimîne.
Olîvîyê Dêkontînî, Konsulê giştî yê Firansayê di hevpeyîvînekê de bo Kurdistan 24ê ragehand: Kabîneya nehem bi serkirdatîya Serokê wezîran, Mesrûr Barzanî û cêgirê serokê wezîran, Qubad Talebanî peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Firansayê bihêztir kirine. Peywendîyên me di kertên asayîş, abûrî û keltûrî bihêz kirine.
Herêma Kurdistanê û Firansa peywemdîyeka bihêz heye her ji damezrandina Herêma Kurdistanê heya dighe şerê Daişê. Parîsê roleka kara dîtîye di hevahengî û hevkarîya Herêma Kurdistanê de.
Herweha konsulê giştî yê Firansayê dibêje, Em li Konsulxane ya Firansayê rojane me peywendîyeka baş heye li gel wezaret û fermangehên hikumeta Herêma Kurdistanê. Peywendîyên me li gel wezîran gelek başin û bi encam in. Piştîvanîya hikumeta Herêma Kurdistanê dikin li berengarbûna Koronayê ku beroka welatê me jî girtîye.
Olîvîyê Dêkontînî tekez dike, ku ew di xema bihêzkirina peywendîyên xwe bi taybet peywendîyên abûrî û kerta çandinê. Dema rewş asayî dibe, em dixwazin, peywendîyên me li ser asta bilind dûbare destpêbikin û şerefmend dibin di demeka guncayî de, serokê wezîran, Mesrûr Barzanî serdana Parîsê bike.
Di peyamekê de jî derbarê salvegera destbikarbûna kabîneya nehem, Olîvîyê Dêkontînî dibêje: Pîrozbahîyê li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim. Hêvîya serkevtinê bo wan dixwazim di vê kawdana dijwar de û divê evê yekê jî bizanin, di hemû kawandanan de, Firansa wek dost li gel Kurdistanê dimîne.