Wezîrê avedankirinê di kabîneya nehem de, me 72 piroje encam dane
Wezîrê avdankirin û akincîbûnê li hikumeta Herêma Kurdistnê radigehîne, di dema sala burî de, me 72 piroje encam dane û çend pirojeyên din jî biryar li ser hatine dayîn, lê bi sedema Korona nekarine bihên cîbicîkirin.
K24- Hewlêr
Wezîrê avdankirin û akincîbûnê li hikumeta Herêma Kurdistnê radigehîne, di dema sala burî de, me 72 piroje encam dane û çend pirojeyên din jî biryar li ser hatine dayîn, lê bi sedema Korona nekarine bihên cîbicîkirin.
Dana Ebdulkerîm, wezîrê avdankirin û akincîkirinê bi Kurdistan 24 re ragehand, di dema salekê de, 72 piroje bi 40 milyar Dînaran hatine cîbicîkirin, ji bilî evan jî hejmareka dî ya pirojeyan careka din bi kar ketine, bi taybetî pirojeya cot saydên di navebera bajarên mezin de.
Got jî: Dikarîn karên evê kabîneyê bikin dû qonax, qonaxa pêş Koronayê, me weka wezareta avedaankirinê şîyayin karên baş bikin, herweha teva ya wezarêtên di erkên xwe bicih kirine.
Amaje bi wê yekê jî kir, piştî hatina Koronayê, stratîcîyeta hikymeta Herêma Kurdistanê guhertin bi ser dahat, teva ya hewlan bo wê yekê bû ku xelkên Kurdistanê bihên paraztin û kêmtirîn zîyan ber Kurdistanê bikeve, rêkarên hikumetê di wê çarçoveyê de bi serkevtîtirîn rêkar hatin hejmarkirin bo kontirolkirina Vayrosa Koronayê. Herweha li gel kêmbûna dahatan, xaleka dîya ji stratîcîyeta hikumetê dabînkirina mûçeyên fermanberan bûye.
Wezîrê avdankirinê ragehand jî, di evê kabîneyê de heya radeyeka baş hevahengî heye di biryardanê de. Gelek caran nerînên cuda hebûye, lê biryar bi komdengî hatine dayin. Hêvîdarim ev komdengî di Civata Wezîran mukimtir be.
Got jî: Duristkirin yekeyên akincîbûnê bo kesên kirêçî û kêm dahat di pilanên wezareta me de heye û niha 9 hezar yekeyên akincîbûnê di warê cîbicîkirinê de ne, heke rewşa darayî gunacayî be, em dixwazîn 12 hezar yekeyên din yên akincîbûnê durist bikin.