Li Iraqê 2848 kes bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê amarên 24 demjimêrên bûrî yên pêketina û mirina bi Koronayê li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê belav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê amarên 24 demjimêrên bûrî yên pêketina û mirina bi Koronayê li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê belav kirin.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 848 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 78 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 72 hezar û 460 kesî, ji 2 hezar û 960 kesî canê xwe jidest dane û 28 hezar û 120 kes jî baş bûne.
Tenê li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîştiye 8 hezar û 726 kesan, ji wan 294 kesan canê xwe jidest dane û 3 hezar û 72 kes jî baş bûne.
S. B