Hevpeymaniya Navdewletî pêwendiyên bihêz bi hikûmet, Pêşmerge û gelê Kurdistanê re ava kiriye
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tekez dike, wan kariye pêwendiyeke bihêz bi hikûmeta Herêmê, hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê re ava bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tekez dike, wan kariye di heyama salekê ji karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêwendiyeke bihêz bi hikûmeta Herêmê, hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê re ava bikin.
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Kolonel Myles Caggins di peyameke taybet de bi boneya derbasbûna salekê bi ser Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand, di heyama sala bûrî de Hevpeymaniya Navdewletî pêwendiyeke wê ya bihêz bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê re ava kir.
Got jî: Ev pêwendiyên bihêz bûne sedem ku hêza Pêşmerge û Zêrevanî bihêz bin, bi vî awayî jî karîn di rûbirûbûna paşmayên DAIŞê de berdewam bin.
Amaje bi wê jî da, ji sala 2014an ve me karî gelek qonaxan derbas bikin û hêza Pêşmerge ku qurbaniyên mezin dane karî hevkariya Iraqê bike û careke din li ser pêyan raweste û xîlafeta DAIŞê jinav bibe.
Ragihand, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hêza Pêşmerge re berdewam bû û berdewam dibe jî, ji pêwendiyên wê yên bihêz bi Pêşmerge re hebe. Di vê dawiyê de me dît ku serkirdatiya Kurdistanê hewl da bi Hikûmeta Federal a Iraqê re dest bi hevahengiyê bikin, bi taybet li navçeyên ku çekdarên DAIŞê xwe lê vedişêrin.
S. B