Koryaya Başûr: Hikûmeta Herêmê hewl daye Kurdistan xweşguzar û bihêz be

Konsolê Giştî yê Koryaya Başûr li Herêma Kurdistanê bi boneya derbasbûna salekê bi ser destbikarbûna Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, ji destpêka ve vê kabîneyê hewl daye Kurdistan xweşguzar û bihêz be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê Giştî yê Koryaya Başûr li Herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin ji K24ê re ragihand: Bi navê Hikûmeta Koryaya Başûr pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, bi boneya derbasbûna salekê bi ser destbikarbûna Kabîneya Nehem. Ji destpêkê ve, vê kabîneyê hewl daye Kurdistan xweşguzar û bihêz be û armanca wê  ji encamdana çaksaziyê, hikumraniya baş, asayîkirina pêwendiyên Herêm û Bexdayê û eliktironîkirina hikûmetê pêk hatiye. Dikarin wê jî bibêjin ku di heyama vê salê de rûbirûyî çendîn berbestên herêmî û cîhanî bûye, lê li hember van berbestan jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekgirtî û yekdengiya xwe nîşan da ji bo parastina ewlehî û yekgirtîbûna Kurdistanê.   

S. B