Kesekî din li Seyidsadiq bi Koronayê canê xwe jidest da

Li bajarokê Seyidsadiq ê li parêzgeha Silêmaniyê, kesekî din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Seyidsadiq ê li parêzgeha Silêmaniyê, kesekî din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Qeymeqamtiya Seyidsadiq di daxuyaniyekê de askere kir, peyayekî din ku 50 salî ye piştî mana çend rojan di nexweşxaneyê de, şeva bûrî bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Qeymeqamtiya Seyidsadiq da zanîn, bi vê haleta mirinê, hejmara kesên li Seyidsadiq bi Koronayê canê xwe jidest dane, gihîşt 13 kesan.

Ev di demekê de ye, heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 8 hezar 937 kesî bi vîrusa Koronayê ketin, ji nava wan jî 306 kesan canê xwe ji dest dane.

 

S. B