Serokê Hikûmetê kevirê bingehê yê riya 100 metrî li Silêmaniyê datîne
Serokê Hikûmetê kevirê bingehê yê riya 100 metrî li Silêmaniyê datîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, îro li bajarê Silêmaniyê kevirê bingehê yê riya 100 metrî tê danîn.
Riya 100 metrî li Silêmaniyê ligel tora kolanên wê 146 K.M e û ew proje li ser 3 qonaxan tê bicihkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 400 milyar Dînar jê re veqetandine.
Di qonaxa yekem de, 32 K.M tê encamdan û piştre jî dest bi qonaxên din dibe.
S. B