Li Hewlêrê rewşa 15 pêketiyên Koronayê ne cîgir e
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê ragihand, rewşa tendirustî ya 15 pêketiyên Koronayê ne cîgir e û di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê ragihand, rewşa tendirustî ya 15 pêketiyên Koronayê ne cîgir e û di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re aşkere kir, niha li nexweşxaneyên Hewlêrê 643 pêketiyên Koronayê hene, ji wan rewşa tendirustiya 15 kesan ne cîgir e û di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Got jî, tê pêşbînîkirin hejmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê ji vê hejmarê zêdetir be, ji ber ku beşeke mezin ji welatiyan bi vîrusa Koronayê ketine, lê nayin testê nakin.
Girêdayî bi rûbirûbûna vîrusa Koronayê, endamê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê Dr. Diyar Îbrahîm ji K24ê re rgihand, hevkariyên tendirustî bo Herêma Kurdistanê bi awayekê berçav hatine kêmkirin, ev jî di demekê de ye, rêjeya pêketiyan di zêdebûnê de ye.
Li Herêma Kurdistanê ji koma 306 kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane, 48 kes li hewlêrê ne, 254 li Silêmanî û 4 li Helebceyê ne)
S. B