Tirkiyê kuştin 9 gerîlayên PKKê ragihand

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 8 gerîlayên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand. Wezareta Navxwe jî kuştina berpirsekî PKKê li Erziromê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 8 gerîlayên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand. Wezareta Navxwe jî kuştina berpirsekî PKKê li Erziromê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li hejmara xwe ya taybet li torên civakî diyar kir, di berdewamiya operasyona wan li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdisanê de firokeyên wan 8 gerîlayên PKKê li Heftanînê kirine armanc.

Artêşa Tirkiyê ji roja 15ê Hezîrana bûrî ve, operasyoneke esmanî li ser pêgehên gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û piştî 2 rojan jî, serbazên Tirkiyê derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê bûn û dest bi operasyoneke bejahî kirin û ta niha jî şer û şevçûn berdewam e.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li dorbera Şenkayaya navçeya Erziromê di operasyona yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan ya Erziromê da pevçûn derket û Halîs Erogluyê bi navê "Hejar" hat kuştin.

Heta niha kuştina wan 9 gerîlayên PKKê ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ve nehatiye piştrastkirin.

 

S. B