Pênc çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û birîndarkirin

Evro nîvro, bombek bi hêzên Heşda Şeibî re teqî li başûrê nahye ya qeretepe û dû çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û sê yên din jî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Evro nîvro, bombek bi hêzên Heşda Şeibî re teqî li başûrê nahye ya qeretepe û dû çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û sê yên din jî birîndar bûn.

Çavkanîyekî ji Polîsên Qeretepe bi Kurdistan 24 re ragehand, Dû otombêlên Heşda Şeibî di dema çûnê de bo dewamê li başûrî Qeretepe, bomek bi wan re teqî û bi wê sedemê 2 çekdarên Heşdê hatin kuştin û sêyên din jî birîndar bûn.

Çavakanîyê polîsên Qeretepe got jî: Piştî teqînê hêzeka Heşda Şeibî bo vegerandina termên bûyerê berev cihê bûyerê çûn.