Supayê Tirkiê zêdetir sinûr bezand
Evro li sinûrê nahee ya Derkar li qeza ya Zaxo, supayê Tikiyê hate pêş.
K24- Zaxo
Evro li sinûrê nahee ya Derkar li qeza ya Zaxo, supayê Tikiyê hate pêş.
Çavkanîyek ji pasewanên sinûr bi Kurdistan 24 re ragehand, piştî 26 rojan ji despêkirna operasyona supayê Tirkiyê bo ser gerîlayên PKKyê li sinûrê qezaya Zaxo, piştî nîvro ya duhî, Tirkiyê bi rêya firokeyên supayê xwe li ser kopîta çayayê Şaqolê dada xwarê ku dikeve kêleka çaîyayê Xamtîr û berê jî xal têda dana bûn.
Bi wê yekê jî hejmara xalên cêgîrkirîyên supayê Tirkiyê ji piştî destpêkirina operasyonê ve li wê sinûrê gehişte 12 xalaln.
Hevdem rêvebrê nahye ya Derkar li Qeza Zaxo, ev hewal bo Kurdistan 24ê piştrast kir û ragehand, bi sedema operasyonê rêya 16 gundan hatîye daxistin.
Kurdistan 24ê aşkera jî kirîye, ku supayê Tirkiyê çend caran bi rêya firoke û topxaneyên xwe burdûmana deverê kirîye û 12 Kîlometir ji sinûrê Herêma Kurdistanê bezandîye.