Li Silêmanîyê 2 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan
Di ragehandinekê de, cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê can jidestdana 2 tûşbûnyên din yên Vayrosa Koronayê ragehand.
K24- Silêmanî
Di ragehandinekê de, cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê can jidestdana 2 tûşbûnyên din yên Vayrosa Koronayê ragehand.
Di wê ragehandinê de , Ebullah Ehmed, cêgirê rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê amaje no wî yekê jî kirîye, ku ew 2 tûbûyên canên xwe ji dest dane, jinek û zelamek in rûnştvanên bajarê Silêmanîyê ne û temenên wan 70 salî ne.
Daxwaz ji hevwelatîyan jî kir, di çend rojan de, pabendbûnê xwe bi rênimayîyên xweparêzîyê zêdetir bikin, çunku hatina derwêşan bê pişkinînên pizîşkî ji bo Vayrosa Koronayê metirsîye bo ser bilindkirina amarên tûşbûnê bi wê Vayrosê.