Bi sedema şerê PKK û Tirkiyê 5 gulle top bi gundekê Berwarî Bala ketin

Berî neha bi demeke kurt, bi sedema şerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û supayê Tirkiyê 5 gulle top bi gundê Bêdohê yê Berwarî Bala ketin.

K24- Duhok

Berî neha bi demeke kurt, bi sedema şerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û supayê Tirkiyê 5 gulle top bi gundê Bêdohê yê Berwarî Bala ketin.

Serbest Akreyî, rêvebrê nahye ya Kanî Masê bi Kurdistan 24ê re ragehand, heya niha gundê Bêdohê li sinûrê nahye ya Kanî masê dihêt  topbaran kirin. Ev topbaran jî, ji encama şerê di navbera PKK û topxaneyên Tirkiyê ye.

Bêdohê gundeke sinûrî ye û nêzîkî 250 xanî têd hene, lê çend sal in bi sedema şerê di navbera PKKyê û Tirkiyê kes bi berdewanî têde najî û xelkê gundî tenê li werza Havînê serdana wê dikin bo agahdarbûnê ji bax û çandinên xwe.

Serbest akreyî, herweha got: Gulle top bi çend xanîyan ketine, lê zîyanê canî nebû ye û tenê wan xanîyan zîyan pêgehiştine.