4 kesên din li Silêmanîyê bi Koronayê canên xwe ji dest dan
Serokê tîma veşatina ewan kesên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest didin li bajarê Silêmanîyê ragehand, 4 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan.
K24- Silêmanîyê
Serokê tîma veşatina ewan kesên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest didin li bajarê Silêmanîyê ragehand, 4 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan.
Ew çar kes, dû ji wan xelkê nav bajarê Silêmanîyê ne û yên din jî, yek xelkê Kelar e û yek jî xelkê Seyîd Sadiq e.
Ebdullah Ehmed, cêgirê rêvebrê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê û serokê tîma veşartina mirîyan bi Vayrosa Koronayê di ragehandinekê de, evro Şembîyê 11/7/2020 got: Xoşbextane roj bi roj amara mirnê bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê kêm din, ku ev jî tenê bi pabendbûna hevwelatîyên hêja bi rênimayîyan dibe.
Bi giştî heya niha 8,937 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Koronayê bûne, ji evê hejmareyê 6,230 kes rûniştvanên sinûrê parêzgeha Silêmanîyê ne. herweha hejmara wan kesên li Silêmanîyê bi Koronayê canên xwe ji dest dane 257 kese bûne.
Li gor datayên wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, rêjeya mirinê bi Vayrosa Koronayê di nav tûşbûyên parêzgeha Silêmanîyê 2.4% ye. herweha 39.9 ji tûşbûyan jî hetine çareserkirin.