Ceneralekê xanenişînkirî yê Tirkiyê: Di armanca Barzanî de Kurdistaneka mezin heye

Ceneralekê xanenişînkirî yê Tirkiyê bo rojname ya Sozçu ya Tirkiyê axivtîye û derbarê armancên serok Mesûd Barzanî ji encamdana refrandomê serxwebûna Kurdistanê li sala 2017yê tekez dike, Barzanî dixwaze li Îraq û Suriyê Kurdistana mezin ava bike û Emerîkayê jî, rojhelata Firatê bo wî hêlaye.

K24- Hewlêr

Dr. Neyîm Baburoglu, endamê desteya kargêrîya Zanînega Stenbol Aydin û hevdem ceneralê xanenişînkirî yê Tirkiyê, dibêje: Tevî dijatîkirina Tirkiyê û çend welatên din, Barzanî li sala 2017yê biryara encamdan refrandoma serxwebûnê da.

Tekez jî kir, Wê demê Emerîka dijî refrandomê nebû, lê li gel dema encamdana wê piroseyê nakok bû. Li gel evê yekê jî, Barzanî tevî asteng û pirsgirêkan ew pirose di dema xwe de birêve bir.

 Ev ceneralê xanenişînkirî yê Tirkiyê got jî: Barzanî PYD û girûp û alîyên din yên Kurdên Suriyê li jêr yek seywan komkirin. Hewleka dî ya Barzanî bo wê yekê ye, Herêma Kurdistanê û Rojava ya Kurdistanê bi hev re girê bide. Emerîka û Îsrayîli jî bi başî evê yekê dizanin û armancan wan jî ewe, di dema 10 bo 20 salên dahatî dewleteka Kurdî heya digehe Daerya ya Sipî durist bikin.

 Hevdem Ehmed Yavuz, ku ceneralek dî yê xannişînkirîyê Tirkiyê ye, bi wê rojnameyê ragehandîye, Emerîka Hewil dide li rojhelata Firatê dewletek ava bike û radestên Barzanî bike.