Li germîyan pizîşkekî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da
Di ragehandinekê de, Rêvebrîya Giştîya Tenduristîya Germîyanê ragehand, pizşkekê ser bi rêveberîya wan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.
K24- Germîyan
Di ragehandinekê de, Rêvebrîya Giştîya Tenduristîya Germîyanê ragehand, pizşkekê ser bi rêveberîya wan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.
Dr, Sîrwan Mehemed, rêvebrê giştî yê Tenduristîya Germîyanê ragehand, Dr, Ûmer Hebîb tevaya jîyanê xwe li Kelar bo xizmetkirina Germîyan terxan kiribû.
Amaje bi wê yekê jî da, ewî pizîşkî çendîn sal ji temena xwe de di dîlîya cengê Îraq û Îranê de bi ser birîye.
Got jî: Berî niha bi demeke kurt Dr. Ûmer Hebîb bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da.