Hejmareka biryarên nû derbarê qedexeya hatinûçûnê li Hewlêrê
Firset Sofî, parêzgerê Hewlêr di daxuyanîyeka taybet dem Bo Kurdistan 24 ragehand, ji sube ve xwarnege, kafîtêrya û çayxaneyên Hewlêrê bi mecên tenduristî dê bihên venikrin lê divê nevera kursîyan dû metir kêmtir nebe, herweha hemû kelûpelên demkî ku bo yekcar in bihên biarkhînan.
K24- Hewlêr
Firset Sofî, parêzgerê Hewlêr di daxuyanîyeka taybet dem Bo Kurdistan 24 ragehand, ji sube ve xwarnege, kafîtêrya û çayxaneyên Hewlêrê bi mecên tenduristî dê bihên venikrin lê divê nevera kursîyan dû metir kêmtir nebe, herweha hemû kelûpelên demkî ku bo yekcar in bihên biarkhînan.
Derbarê qedexeya hatinûçûnê di nevabera bajarê Hewlêrê, parêzgarê Hewlêrê got: Qedexeya hatinûçûnê her dimîne, lê ji 12:00yê şevê heya 05:00 sipêdeyê, çunku gelek xelkê kar û kasibîya wan li ser wê yekê yekê ye ku li wê demê kar bike.
Firset Sofî naveşêre ku niha jîyana xelkê gelek xirabe, rewşa Koronayê jî xirabtire, ew li ser milê me bû wek parêzgeh û hikumet me kir, belê niha li ser xelkê ye xwe biparêzin, bi danana demamkan û dûrketinê ji cihên qelebalix û cîbicîkirina rînimayên tenduristîyê.
Herweha got: Jûra Opersasyonên Hewlêrê bo berengarbûna Koronayê evro, Şembîyê 11/7/2020 biryar daye, hatinûçûn di navbera parêzgehan de wek xwe bimîne tenê bo wan haltena nebe ku rê haîtye dan bi wan.
Rêkarên girokexaneyê û derîyên sinûrî jî dihên guhertin û Firset Sofî got: Rêveberîya Tenduristîya Hewelêrê rêkarên baş danane, li gor wê mîkanizmê ew ksên dihên li ser erkên xwe pişkinînê dikin ew li Hotêlê nahên kerentîne kirin, lê soznameyekê dinîvîse ku 14 rojan di mala xwe de bimîne û ew bi xwe xwe kerentîne bikin.
Herweha got, li hemû derîyên Hewlêrê pişkinîn dihên kirin heke Korona nebû dikare bihên nav Hewlêrê, çunku rewşa jîyana Hewlêrê pêwîstî bi wê livînê heye.
Di dawî yê de Sofî got: Em gehitine wê qonaxê ku me ne divîya bigehînê. Naveşêrim şîyana tenduristîya me nekar xwe li pêş ev fişara mezin a Koronayê bigire, lê ji evê rewş xirabtir jî heye, le divê xelik bi xwe xwe biparêzin.