Bi vîdyo.. Li Îraqê hêriş kirin ser karwaneka berhelgirên Emerîkayê

Girteyeka vîdyoyî di mêdyayên Îraqê de belav bûye û di wê vîdyoyê de dema agir pêketina hejmareka barhelgirên Emerîkayê nîşan dide, ku wan barhelgiran pêdawîstîyên locistî helgirtibûn û wek dibêjein, ji alîyê hejmareka çekdarên nenasyayî li ser rêya sereke ya di navebera Semawe û Dîwanîyê dê li başûrê Îraqê bûyîne armanc.

K24- Hewlêr

Di dîmenekê de, dîyar dikeve tevaya barhelgir agir girtine û li ser cadeyê bi temamî hatine şewitandin.

Çavkanîyekê ewlekarîya Îraqê, ew nûçe bo televzyona Hedes Erebîye piştrast kir û ragehand, hejmareka çekdaeran sê barheêlgirên veguhazatina otombêlên serbazî ji corê Hamfiyan li devera Necmîy di navebra Semawe û dîwanîye de li başûrê Îraqê kirine armanc.

Got jî: Ew karwan tenê dû hajovanên Îraqî li gel bûne û çekdaran ew dû hajovan anîne xwarê û agir berdane karwan barhelgiran.

Her li gor wî çavakanî, ew karwan taybet bû ye bi piştîvanîya locistî ya ser bi balyozxaneya Emerîkayê li Bexda.

Got jî: Hêzên ewlekarîyê li cihê bûyerê belav bûne.