Serok Barzanî serxweşiyê li Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê dike
Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv gihîşt me. Sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Serok Barzanî ragihand: Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihuşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
S. B