Li Germiyanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Rêvebirê Tendirustiya Germiyanê Wirya Mihemed belav kir, li Germiyanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Tendirustiya Germiyanê Wirya Mihemed belav kir, li Germiyanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Rêvebirê Tendirustiya Germiyanê Wirya Mihemed ragihand, 67 haletên nû yên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin û 4 kesan jî canê xwe jidest dan.

Heta niha 9 hezar 201 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine û ji wan 316 kesan canê xwe jidest dane û 3 hezar û 294 kes jî baş bûne.

 

S. B