Nêçîrvan Barzanî serxweşî li Dr. Kinyazê Mîrzoyêv kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya koça dawiyê ya biryarê wî Ehmed Îbrahîm, serxweşî li akademisyenê navdar û kesayetiyê diyar ê Kurd li Kizaxistanê Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya koça dawiyê ya biryarê wî Ehmed Îbrahîm, serxweşî li akademisyenê navdar û kesayetiyê diyar ê Kurd li Kizaxistanê Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya birayê wî Xwedê jê razî Ehmedê Îbrahîmê Mîrzoyêv, sersaxî pêşkêşî akademîsyen û kesatiyê navdarê Kurd li Kazaxistanê rêzdar Profesor Dr. Kinyazê Mîrzoyêv kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî behîdarî û sersaxiyê, hevxemiya xwe bi rêzdar Mîrzoyêv û malbat û kesûkarên wî re nîşan da û ji Xwedayê mezin xwest Xwedê jê razî têxe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê bide hemûyan.

 

S. B