Encûmena Wezîran çend biryar di berjewendiya Pêşmerge de derkirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê, serperiştiya civîneke taybet bi proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê, serperiştiya civîneke taybet bi proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kir.

Di civînê de, Serokê Hikûmetê pesnê rola Pêşmerga da di parastina Herêma Kurdistanê di tevahiya qonaxan de.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge behsa pêngavên birêveçûna proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêwîstiyên bicihkirin û serxistina wê proseyê kir.

Piştî guftpgoya li ser tewerên pêwîst bi çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge ji aliyê amadebûyan, biryar hat dayîn, li gor planeke demî hemû ew babetên ku girêdayî ne bi çakaziyê bêne bicihkirin di warê yekxistin û rêkxistina yekîneyên jimaryariyê, rêkxistina heykeliyet, mîlakê wezaretê, pleyên serbazî, babetên xaneşînê, dosya şehîdan û kêmendaman li gor yasaya çaksaziyê û projeya hevbeş a Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge.

 

S. B