Nêçîrvan Barzanî fermana Herêmî bo sê postên bala wajû kir
Evro Yekşembîyê, 12/7/2020, serokê Herêma Kurdistanê, fermana Herêmî bo danana rêveberên giştî yên polîs, polîsên hatinçûnê û regeznameya Herêma Kurdistanê derkir.
K24- Hewlêr
Evro Yekşembîyê, 12/7/2020, serokê Herêma Kurdistanê, fermana Herêmî bo danana rêveberên giştî yên polîs, polîsên hatinçûnê û regeznameya Herêma Kurdistanê derkir.
Di merasîma wajûkirinê de, Rêber Ehmed, wezîrê navxweyê û Fewzî Herîrî serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê amade bûn, piştî wajûkirina fermana Herêmî bo birêzan lîwa Tariq Ehmed Îbrahî, rêveberê giştî yê polîsên Herêma Kurdistanê, lîwayê polîs Ebdulqadir Ezîz Îbrahîm rêveberê giştî yê hatinûçûnê li Herêma Kurdistanê û lîwa polîs, Hêriş Ehmed Mehemed rêveberê giştî yê regeznameya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di goteyekê de, tevî amajekirinê bi erk û xizmet û ezmûna dîyar û şûn tilên wan yên berê di warê karên wan de, pîrozbahî li wan her sêyan kir û hêvîya serkevtinê bo wan xwazt di erk û postên wan yên nû de.

