Di 24 demjimêran de, 10 kesan li Germîyan bi Koronayê canên xwe ji dest dan

Nûçegehanê Kurdistan 24 li Germîyan ragehand, di dema 24 demjimêran de, 10 kesan li devera Germîyam bi Koronayê canên xwe ji dest dane

24- Germîyan

 Nûçegehanê Kurdistan 24 li Germîyan ragehand, di dema 24 demjimêran de, 10 kesan li devera Germîyam bi Koronayê canên xwe ji dest dane.

Di evî bwarî de, Dr. Hawar Hoşyar rêveberê nexweşxaneya giştî ya Kelar bi Kurdistan 24 ragehand, evro berê sipêdeyê çar kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest danû hejmara wan kesên li germîyan bi Koronayê canên xwe ji dest dane gehişte 41 kesan.

 Got jî: Niha 8 tûşbûyên din yên Koronayê rewşa tenduristîya wan ne cêgîre.

Rêvebrê nexweşxane ye giştî ya Kelar ragehand jî: Heke hevwelatî pabenên rêkar û rênimayîyan nebin, hejmara tûşbûyan û can jifestdanê zêde dibe.

Li gor amara tenduristîya Germîyan heya niha 490 kes li wê deverê tûşî Koronayê bûn e û ji evê hejmareyê 301 kes baş bûn e.