Berhemê kehrebê li Herêma Kurdistanê dihête zêdekirin

Ûmêd Ehemed gotebêjeê Wezareta Kehrebê bi Kurdistan 24 re ragehand, hikumeta Herêmê bi çend rêyan hewil dide daxwazîyên xelkê bo zêdekirina demjimêrên Kehrena Nîştîmanî bicih bihîne.

K24- Hewlêr

Ûmêd Ehemed gotebêjeê Wezareta Kehrebê bi Kurdistan 24 re ragehand, hikumeta Herêmê bi çend rêyan hewil dide daxwazîyên xelkê bo zêdekirina demjimêrên Kehrena Nîştîmanî bicih bihîne.

Gotebêjê Wezareta Kehrebê got: Meha Şeş 16 demjimêran Kehreba nîşîmanî hebû bo hevwelatîyan.

Ragehand jî, hefeya dahatî yeke ya dûyema wêstegeha Xebat dê kar bike, herweha li 15yê evî mehê ve jî Komabyin Saykil a Hewlêrê bo 150 mîgawatên Kehrebê dihête zêdekirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, sutemnêyê bo wêstega gaza Duhokê dê zêde bikin, bi vê yekê jî demjimêrên Kehrebê dê zêde bin yan bi kêmasî dê wek xwe bimîne, çunku bikarhînana kehrebê bi sedema bilindbûna peleyên germê zêde bûye.

Xuya jî kir, her Kîlowateka demjimêra Kehrbê bi 160 dînarên Îraqî li ser hikumetê dike, lê bi 15 dînaran dide hevwelatîyan.