Agir bi kargeheka petokîmawî ket li başûrê rojavê ya Îranê

Evro Ajnasa Nûçeyên Îranê ji zardevê berpirsekê navxweyî vagyhaztye, ku agir bi kargeheka kompanya ya Şehîd Tundcuyan ya kersteyên Kîmawî ketîye, li başûrê rojavayê Îranê, lê ew agir zû hatîye vemirindin.

K24- Hewlêr,

Li gor wê ajansê, Mihsin Bîranewand hakimê bajarê Mahşehir gotîye, bi sedea rijana neftê agir bi wê kargehê ketîye, lê ti qurbanî nebûn û ti zayan jî jê durist nebûye.

Bîranwand got jî: Ew agir sinûradar bû û di dema kêmtir ji deh xulekan hat vemirandin.

Ji dawî ya meha Xizîrana burî ve, hejmareka teqnan li derdorên dezgehên serbazî, etomî û pêşesazî rûdane.

Herweha ajansa Teleb ya nîv fermî ji rêvebrîya agirvemirandina Teheranê veguhaztîye, ku duhî Şembîyê jî teqîneka gazê avahîyeka akincîbûnê li paytextê hijandîye û bûye sedema birîndarbûna kesekî.

Çavkanî: Royterz