Ehmê: Girtina deriyê Til Koçer Rojavayê Kurdistanê xistiye dorpêçê

Peyvdarê Rêveberiya Xweser amaje bi wê da, Rêveberiya Xweser ji bo sivikirina barê rewşa aborî, genimê cotkaran bi Dolar kirî û herwiha mûçeyên karmendan jî ji sedî 150 zêde kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê li ser rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, pişt biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya qedexekirina derbaskirina alîkariyên mirovî di deriyê Til Koçer re, Rojavayê Kurdistanê di dorpêçî de ye. Herwiha ji aliyê rêjîma Sûriyê ve jî ti alîkarî derbasî navçeyê nabe.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn, 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re bû. Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Çileya 2020an de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di du deriyên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên dirêj kiribû û di deriyê Til Koçer û Urdinê re rawestandibû. duhî jî derbaskirina alîkariyan tenê di deriyê Bab El Hewa re hat qebûlkirin.

Luqman Ehmê li ser giranbûn nirxê nan û kêmbûna wê jî got: Gazindên welatiyan ji cureya nan e, ku ne gelekî baş be. Li ser wê pirsê jî Rêveberiya Xweser pêştir ardê zîro bi nirxekî erzan dida firneyên taybet, ta cureya nan baştir bibe. Lê di pişt re Rêveberiyê ew ardê zîro da firneyên giştî, ji ber wê jî firneyên taybet nanê xwe buha kirin. Lê heta niha asta xweşbûna nanê ku em dixwazin li firneyên giştî negihîştiya asta ku em dixwazin. Lê di demeke nêzîk dê cureya nan baştir bibe.

Li ser pirsa qutbûna ava vexwarinê ji bajarê Hesekê, Peyvdarê Rêveberiya Xweser got: Ti bîrên ava şîrîn li parêzgeha Hesekê peyda nabin. Dema ava çemê Xabûrê di sala 2000î de ji aliyê Tirkiyê ve hat birîn, rêjîma Sûriyê navenda Elok li sere Kaniyê bîr kolandin ta ava şîrîn bide Hesekê. Ji sala bûrî ve ew herêm kete bin dagîrkeriya Tirkiyê û komên çete, ji wê demê ve jî ew çekdar ava navenda Elok ji ser parêzgeha Hesekê dibirin.

Herwiha diyar kir, ji bo peydakirina ava şîrîn, Rêveberiya Xweser projeyek daniye, ji bo 50 bîrên avê li herêma Himê ku 11 k.m ji Hesekê dûr e bikole. Ev bîr niha hêdî hêdî dikevin warê bikaranînê de, lê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, amûre û pêwîsiyên wan bîran nayin peydakirin, ji ber wê jî bikaranîna wan bîran kemekî bi derengî ket.

Di derbarê pirsa kontrolkirina nirxan li bazarên Rojavayê Kurdistanê, Luqman Ehmê da zanîn, piraniya kereste û kelûpelan ji derve bi Dolar dikeve bazaran. Herwiha her tiştê ji aliyê herêmên rêjîmê dikevin bazarên Rojavayê Kurdistanê jî, rêjîma Sûriyê bacê bi Dolar li ser distîne, ji ber wê bazirgan neçar dibe nirxê madeyan giran bike. Di vê derbarê de tîmên temwînê jî bi tenê nikarin kontrola nirxan bikin, ji ber wê divê welatî bixwe jî alîkariyê bikin.

Peyvdarê Rêveberiya Xweser amaje bi wê da, Rêveberiya Xweser ji bo sivikirina barê rewşa aborî, genimê cotkaran bi Dolar kirî û herwiha mûçeyên karmendan jî ji sedî 150 zêde kir.

Amaje bi wê jî da, niha ti pêşhatên nû derbarê danûstandinên wan bi rêjîma Sûriyê re nîne, tevî ku Rûsya soza destpêkirina danûstandinan dabû, lê heta niha Rûsyayê ew soza xwe bicih neaniye  

 

S. B