Rêveberiya Xweser: Em zarokan nakin çekdar
Rêveberiya Xweser radigihîne nûçeya derbarê biçekkirina zarokan de red dike û dibêje, ew nûçe ji rastiyê dûr in
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser radigihîne nûçeya derbarê biçekkirina zarokan de red dike û dibêje, ew nûçe ji rastiyê dûr in
Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên derbarê biçekirina zarokan da û got: “Careke din dezgehên çapemeniyê yên ji bo qezenckirina pereyan dixebitin nûçeyên ne rast belav dikin û tewanên derewan li dijî Rêveberiya Xweser û saziyên wê nîşan didin. Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike ku ew rêzê ji hevpeymanên navnetewî û pîvanên qanûna navnetewî ya mirovî digire. Di heman demê de îdiyên qaşo Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belav dike, diderwînin.”
Di daxiyaniyê de hat jî: “Têkildarî mijara biçekkirina zarokan, em ji raya giştî re piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman û lihevkirinên ku bi civaka navnetewî re îmze kiriye pêk tîne. Ji wan hevpeymana ku di 29`ê Hezîrana 2019`an de bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re îmze kiriye, ku teqeziyê bi bidawîkirin û qedexekirina biçekkirina zarokan dike.”
Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser dibêje; “Em dibînin ku nûçeya der barê biçekkirina zarokan de, ji rastiyê dûr e û ji holê rakirina destkeftiyên ku hêzên me li dijî terora cîhanî bi dest xistine û fedekariyên ciwan û şehîdên me, armanc dike.”
Diyar kir jî: “Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qanûna erka xweparastinê heye, ku madeya 14`an a qanûnê erka leşkertiyê li ciwanên di bin 18 saliyê re qedexe dike.”
Tekez kir jî, Saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziya leşkerî di nav de, hemû sîstem û qanûnên navnetewî bi cih tîne. Di demekê de ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê zarokên Sûriyê dişînin mirinê li Lîbyayê û rewşa malbatên wan a aborî bi kar tîne. Qaşo yên xwe wekî alîgirên mafên mirovan bi nav dikin li şûna ku van kiryaran eşkere bikin, derew û tewanbariyên belav dikin.”
Di dema dawiyê de çendîn nûçe li tora civakî û hi malperan hatin belavkirin, ku hêzên ser bi Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokên din bin 18 saliyê re bê razemediya xwediyên wan direvînin û biçek dikin. Lê Rêveberiya Xweser van nûçeyan red dike.
S. B