Qahîre.. Konsolê Misrê li Hewlêr koça dawî kir

Wezareta Derve ya Misrê nûçeya koça dawîyê yê Konsulê welatê xwe li bajarê Qahîreyê, ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Derve ya Misrê ragihand, Konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê Ehmed Cîhad Haris li Qahîreya Paytext koça dawiyê kir.

Di daxuyanîyeka mêdyayî de, Wezareta Derve ya Misrê nûçeya koça dawîyê yê Ehmed Cîhad Haris, konsulê welatê xwe li Hewlêr ragehand û serxweşî li malbat, kesûkar û hevalên wî kir.

Wezaretê derbarê koçkirî nivîsîye, Ehmed Cîhad simbulê xebat û karkirinê bû ji bo xizmeta welatê xwe û bi dirêjahîya karkirina wî di dîwan giştîya wezareta derve de û di şanderên diplomasî de bi hemû şîyanên xwe xizmeta welatê xwe kirîye.