Dawî zanyarî li ser vekirina Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî
Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî radigihîne, firokxane heta roja 22ê vê mehê girtî ye û di hefteya bê de dawî biryar tê dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî radigihîne, firokxane heta roja 22ê vê mehê girtî ye û di hefteya bê de dawî biryar tê dayîn.
Rêvebira Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayiq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, firokxane heta roja 22. 7. 2020an girtî dimîne, lê di hefteya bê de biryarê wê tê dayîn, ka dê geştên esmanî destpê bikin, yan na.
Telar Fayiq diyar kir, Bexda ji wan xwastiye, rewşa xwe bikolin û nerîna xwe di wê derbarê de rabigihînin, eger heye jî di hefteya bê de geştên esmanî destpê bikin, lê biryara dawiyê li cem firokevaniya Bexdayê ye.
Rêvebira Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî got: “Em wek Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî amade ne firokxaneya xwe vekin.”
Di çarçova rêkarên rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, Firokxaneyan Hewlêrê ya Navdewletî ji roja 17ê Adara 2020an ve li pêş geştên esmanî girtî ye.
S. B