Hevşaredara HDPê ya Giyadîna Agiriyê hat binçavkirin

Hevşaredara HDP'ê ya navçeya Giyadîn ya Agiriyê di çarçoveya operasyona dijî endam û rêveberên PKKê de hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredara HDP'ê ya navçeya Giyadîn ya Agiriyê di çarçoveya operasyona dijî endam û rêveberên PKKê de hat binçavkirin.

Polîsên Tirkiyê avêtin ser mala Hevşaredara HDPê ya Giyadînê Betûl Yaşar û binçavkirin. Betûl Yaşar ji bo Rêveberiya Polîsan a Navçeyê hat veguhestin.

Piştî binçavkirina Yaşar, polîsan girtin ser avahiya şaredariyê jî. Ligel Yaşar, sê kesên din jî binçav kirin.

Parlementerê HDPê yê Agiriyê Abdullah Koç jî derbarê wê bûyerê de got, polîsan deriyê şaredariyê şikandine û nahêlin kes derbasî avahiyê bibin.

 

S. B