Çekdaran 3 welatî ji gundekî Efrînê revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 gundiyên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 gundiyên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Mihemed El Fatih bi armanca standina pereyan wan, 3 welatî ji gundê Memila yê navçeya Reco bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, revandin.

Wê rêxistina mafên mafên navên kesên hatine revandin diyar kirin: Çîçek Îbrahîm Çirto, Elî Mihemed Îbrahîm û Eliyê Kêlê.

Ji aliyekî din ve jî wê rêxistinê ragihand, hejmarek ji çekdaran ji duhî nîvro ve agir bi daristana nêzîkî gundê Berava yê li navçeya Şera xistine û ew agir heta nîvê şevê vêketibû, piştre ji aliyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran hîktar daristanên Efrînê hatine şewitandin. Çalakvanên Efrînê jî dibêjin, çekdar bi qest dar û daristanan dişewîtînin, ji bo daran wek komir bifiroşin.

 

S. B