100 kesên din li Îraqê bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dan

Di dema 24 demjimêrên burî de, 2 hezar û 229 kesên din tûşî Vayorsa Koronayê bûn û 100 kes jî bi sedema wê nexweşîyê li Îraqê canên xwe ji dest dane.

K24- Hewlêr

Di dema 24 demjimêrên burî de, 2 hezar û 229 kesên din tûşî Vayorsa Koronayê bûn û 100 kes jî bi sedema wê nexweşîyê li Îraqê canên xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristî û Jînegeha Îraqê amara 24 demjimêrên burî ya taybet bi bandora Vayrosa Koronayê li Îraq û Herêma Kurdistanê belav kir.

Li gor wê ragehandinê, di dema 24 demjimêrên burî de, 2,274 kes ji nexweşîya Koronayê baş bûne û 2,229 kesên din jî tûşî wê nexweşîyê bûne. Herweha  100 kes jî bi sedema nexweşîyê canên xwe ji dest dane.

Amara giştî ya Wezareta Tenduristîya Îraqê debarê Vayrosa Koronayê bi vî awayî ye:

Başbûn: 46,998 halet.

Tûşbûn: 79,735 halet.

Ewên di nexweşxaneyan de mane 29, 487 halet.

Ewên di bin çavdêrîya çir de ne: 412 halet.

Can jidestdan bi sedema Koronayê 3,250 halet.